Kanala ROJAVA TV

DI 18’Ê ÎLONÊ DE SALA NÛ A XWENDINÊ LI BAKUR Û ROJHILARÊ SÛRIYÊ DEST PÊ DIKE

di 18’ê îlona îsal de sala nû a xwendinê a sala 2022-2023 li bakur û rojhilatê sûriyê dest pê dike .

Hevserokê Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Cerade Sala xwendinê ya nû li tevahî xwendekar û mamosteya pîroz kir û da zanîn ku wan Amadekariyên xwe ji bo vekirina Debistanan bi dawî kirine..

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû ku wê di 18 îlona sala 2022 an de sala xwendinê ya nû bi awayekî fermî destpêke .

Têkildarî mijarê Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Cerade Sala Xwendinê ya nû li Tevahî xwendekar û Mamosteya Pîroz kir.

Bekir cerade da zanîn ku wan amadekariyên xwe ji bo vekirina Dibistanan bitemamî bi dawî kirine..

Bekir Cerade diyar kir ku wan di milê Pirtûkan de jî amadekariyê xwe bi dawî kirine û dê di demeke nêzde li xwendekaran belav bikin..

Tevî gef û Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, Desteya Perwerdeyê di xebatên xwe de berdewam e û ji bo perwerde kirin û pêşxistina Nifşên pêşeroje her di nava hewildanan de ye..