NÊZÎKATIYÊN DI NAVBERA ENQERA Û HIKÛMETA ŞAMÊ DE
Piştî lûtkeyên Tehran û sûçî dewleta tirk a dagirker behsa nêzîkatiyê bi hikûmeta şamê re dike
Ev yek hêrsek li gel kesên li herêmên dagirkirî çêkir û xwepêşandanên nerazîbûnê li hember van daxuyaniyan li dar ketin .
Derbarê mijarê de Endamê desteya hevserokatiya PYD aldar xelîl got ku rûsiya dixwaze dinavbera şamê û enqera de lihevhatinek çêbibe , di vê lihevhatinê de rûs dixwazin tirkiyê bikşînin aliyê xwe, li beranberî aliyê rojavayî û hikûmeta şamê li ser linga bisekine .
Her wiha aldar xelîl got erdogan bi vê yekê rastiya xwe eşkere kir ku destwerdana wî di kirîza sûriyê de ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bû .
Aldar xelîl got ku dewleta tirk heman tiştê ku bi gelê filestîn û israîl re kir, bi hikûmatê şamê re dike û bazirganiyê bi gelê sûrî dike .
Endamê desteya hevserokatiya PYD aldar xelîl diyar kir ku dewleta tirk ji roja destpêkê di 2011 an de destwerdan di dosiya sûriyê de kir û sedema sereke ya kûrkirina qeyrana sûriyê , mezinbûna wê û nepêşketina çareseriyê ku alozî gihişt asteke xetimî destwerdana dewleta tirk bû.