Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA JIN A PYD’Ê YA KANTONA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ KONGREYA XWE YA YEKEMÎN LI DAR XIST

Di bin diruşmeya ” Birêxistinkirina jin û civakê misogeriya azadiya Rêber APO ye” Meclîsa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk “PYD” a kantona Efrîn û Şehbayê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist.
Kongre li hola Mîtan ya Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan nûnerên ji saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.
Kongre bi xuleyeke rêzgirtinê ji bo gîyanê cangoriyan dest pê kir, piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Koordînasyona Kongra Star, axaftin hatin kirin.
Her weha perspektîvên Rêber APO û rapora du salan a karûxebatê hatin xwendin.