Kanala ROJAVA TV

DESTEYA PERWERDEYÊ YA REQAYÊ AMADEKARIYÊN DAWIYA SALA XWENDINÊ DIKE

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê amadekariyên lidarxistina ezmûnên dawiya salê dike.
Hevserokê rêveberiya dibistanên kantona Reqayê Îsmaîl El- Ehmed ji Rojava TV re ragihand ku, roja 15’ê vê mehê dê ezmûnên dawiya qonaxê bên pêşkêşkirin.
Li gorî pergala Rêveberiya Xweser, xwendekar di temamê rojên proseya xwendinê de tên nirxandin û piştre encama dawiyê derdikeve.
Anku ev ezmûn ne ezmûnên çarenivîssaz in.
Li gorî pergala desteya perwerdeyê xwendekar li ser aliyên weke; reftar, xwendin, rêbaz û danûstandinê tên nirxandin.
Piştre encama dawiyê derdikeve û asta serkeftina xwendekaran diyar dibe.