Kanala ROJAVA TV

KONGRA ÎSLAMA DEMOKRATÎK KONGREYA XWE YA 3`EMÎN LI DAR XIST

Di bin dirûşmeya “Ictihat û nûkirin dergehên çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn in” Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kongreya xwe ya 3’emîn li bajarê Qamişlo li dar xist.
Kongre li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê û bi beşdariya 540 delegeyan hat destpêkirin.
Her weha hejmarek ji nûnerên Êzidî û Zeredeştiyan, Rêveberiya Xweseriya demokratîk û Kongra Star jî tev li kongreyê bûn.
Di serî de Kongreya Îslama Demokratîk bi xêrhatina beşdaran kir û ji bo birêvebirina kongreyê, dîwanek ji 5 endaman hate avakirin.
Di kongreyê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî olên îbrahîmî, peyama KCK’ê, rapora salê û rêziknameya kongreyê hatin xwendin.