ENCUMENA LEŞKERÎ YA TIL TEMIR: 2 ÇETEYÊN DEWLET TIRK HATIN KUŞTIN
2 çeteyên dewlet tirk a dagirker ku ji bo dizî û talanê ketibûn gundê Leylan ê navçeya Til Temirê ji aliyê şervanên encumena Leşkerî ya Til Temirê ve hatin hedefgirtin.Di encamê de her du çete hatin kuştin .
Encumena leşkerî ya til temirê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û ev yek anî ziman :
“Di 9`ê Îlonê de, li gundê Leylan ê navçeya Til Temirê 2 çeteyên dagirker ku ji bo daran qut bikin û malên welatiyan talan bikin ketibûn gund, ji aliyê şervanên me ve hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de her du çete jî hatin kuştin, motorsklêta çeteyan jî hat rûxandin.”