Kanala ROJAVA TV

2`YEMÎN MIHRÎCANA MARDOSO YA ÇANDA SURYAN DEST PÊ KIR

Komeleya Çanda Suryan a Sûriyê2`yemîn mihrîcana Mardoso ya Çand û Hunera Suryan li bajarê Hesekê li dar xist.

Tê payîn ku dê mihrîcan 3 rojan berdewam bike. Doh mehrîcan li Hesekê dest pê kir, dê 2 rojên din li Qamişlo berdewam bike.

Di mehrîcanê de, endamên Komeleya Çandê ya Suryan, gelek endamên saziyên sivîl û leşkerî û berdevkê encumena Leşkerî ya Suryan Matay Hena beşdar bûn.

gelek berhemên cihereng ên çanda Suryan ji aliyê gelek koman ve hatin pêşandan.  Roja yekemîn a mehrîcanê bi  xwendina helbestan bi dawî bû.