KOMXEBATA ŞÊWIRÊ YA LI REQA BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ
Komxebata Şêwirê ya li Reqayê hate lidarxistin piştî nîqaşên berfireh ên du rojan, doh bi encamnameyekê bi dawî bû .
Di encamnameyê de li ser xwedîderketina li têgeha nenavendîbûnê wek pergaleke rêveberiyê û çareseriya aloziya Sûriyê hat lihevkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku nenavendîbûn, roleke rasteqîn di geşepêdana welêt û misogerkirina ne vegera zordestiyê de, dilîze.
Beşdaran li ser nirxandina erênî û neyîniyên modela Rêveberiya Xweser û pêxistina wê li hev kirin, da ku bibe modelek di Sûriya pêşerojê de bi şêwazekî ku sûrî hemû li ser wê lihev bikin.
Her wiha Li ser girîngiya avakirina nasnameyeke niştîmanî ya hemêzker a sûrî hat lihevkirin.