Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA GEL A REQAYÊ DEST BI ÇÊKIRINA XETÊN KANALÎZASYONA TAXA EL-TEYAR KIR

Gerînendeya Karûbarên giştî ya Şaredariya Gel a Reqayê, dest bi projeya çêkirina xetên kanalîzasyonê yên li taxa El-Teyar kir.
Projeya çêkirinê dê xetên kanalîzasyonê bi dirêjahiya 300 metre û bi firehiya 60 cm li ser cadeya sereke belav bike, her weha wê xetên bi dirêjahiya 700 metre di taxên şaxî de belav bike.
Projeya ku şaredariya gel a Reqayê dest pê kiriye, yek ji gelek projeyên ku Rêveberiya Karûbarên giştî ya şaredariyê ji xwe re kirine plansazî.
Taxa El-Teyar li başûrê rojavayê kantona Reqayê dikeve û di encama şerê li dijî DAIŞ’ê de zirareke mezin li binesaziya wê hatibû.