Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR BI DAXUYANIYEKÊ ROJA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ KIR

Kongar Star a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê roja zimanê Kurdî pîroz kir û got, şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê rê li pêşiya geşkirina şoreşa ziman vekir.
Her wiha koçberên Efrînî û xelkên Şehbayê jî bi şahiyeke mezin 15’ê Gulanê pîroz kirin û hêvî kirin ku sala bê ew ala zimanê Kurdî li Efrînê bilind bikin.

Şahî û coşa 15’ê Gulanê xwe li her kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê da der.

Kongra Star a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê 15’ê Gulanê roja zimanê Kurdî pîroz kir.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de got, şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê rê li pêşiya geşkirina şoreşa ziman vekir.

Xelkên Şehba û koçberên Efrînî jî ji vê coşê bê par neman û bi şahiyeke mezin 15’ê Gulanê pîroz kirin.

Şahî li Hola Kampa Berxwedan di bin dirûşmeyên Zimanê me hebûn û rûmeta me ye û liberxwekirina cilûbergên Kurdî hate pîrozkirin.

Koçberên Efrînî hêvî kirin ku ew cejna bê li warê xwe pîroz bikin.

Beşdarên çalakiyan tekez kirin ku, ew ê heta hetayê bi çand û kelepûra Kurdî bijîn.