BI BONEYA ROJA ZIMANÊ KURDÎ, LI REQA SEMÎNEREK HATE DAYIN
Bi boneya roja zimanê kurdî Yekîtiya rewşenbîrên reqa semînerek bi sernavê zimanê kurdî û têkiliya wê bi zimanên kevnar re li dar xist.
Semîner bi beşdariya hejmareke reşenbîr, lêkolîner û zimanhezan li navenda yekîtiyê hate lidarxistin.
Di semînerê de behsa girîngiya ziman di parastina çand û nasnameya her gelekî û têkiliya zimanê kurdî bi zimanên din her wiha çawaniya parastina zimanê kurdî hate kirin.
Paşê beşdaran behsa zimanê kurdî û dîroka wê kir her wiha daxwaz kirin ku dîroka zimanê kurdî ji nêz ve nasbikin.