Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ KONGREYA YEKEMÎN A MECLISA JINÊN PYD’Ê HAT LIDARXISTIN

Bi armanca nîqaşkirina karûxebatên xwe û danîna plansaziyan ji bo dema pêş, Meclisa Jinên PYD’ê kongreya xwe ya yekemîn li Helebê li dar xist.
Kongre bi beşdariya bi dehan partî û saziyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat lidarxistin.
Destêpkê dîwana kongreyê ji endamên rêveberiya Heleb û Şehba, Meclisa Jin a giştî û Partiya Jin a Helebê pêk hat.
Di kongreyê de, li ser navê reveberiya giştî ya Meclisa Jin a PYD, meclisa malbetên şehîdan û Kongra Star axaftin hatin kirin, piştre perspetifên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Her wiha nîqaş li ser xebatên meclisê û çawaniya pêşxistina kar bi dawî bû.