Kanala ROJAVA TV

Jinên Partiya Sûriya Pêşerojê Piştgirî Dan Jinên Afganistanê

Encumena jinan  di partiya Sûriya pêşerojê de, bi armanca piştgiriya jinên Afganistanê û şermezarkirina kiryarên Talîbanê daxuyaniyek li bajarê Reqayê dan.

Di daxuyaniyê de kordînasyona jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê, encumena jinên Sûrî,  kombûna jinên Zenûbya û ofîsên jinan di partiyên siyasî de beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de peyamên piştgirî û desteka ji bo hemû jinan û bi taybet jinên Afganistanê hatin dayin.

Her wiha hate gotin ku dê jinên bakur û rojhilatê Sûriyê li hemberî bêmafî û tundiya li ser hemû jinan têbikoşin.

Têkildarî mijarê Meysûn Mihemed berdevka jinan a encumena Idlib El- Xedra ji Rojava TV re axivî.