Kanala ROJAVA TV

Parêzer Û Çalakvanên Efrînê Gefên Dewleta Tirk Û Guhertina Demografî Şermezar Kirin

Rêxistina mafên mirovan a Efrîn- Sûriyê û yekîtiya parêzeran a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê gefên Erdogan û planên guhertina demografya herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Di daxuayniyê de endamên rêxistinê û parêzerên herêma Efrînê yên ku li kontona Şehbayê dimînin, beşdar bûn.

Gefên Erdogan ên dagirkirina herêmeke nû û planên guhertina demografya herêmên dagirkirî weke qirkirina etnîk û çandî hatin binavkirin.

Her wiha hate gotin ku ev kiryar li dijî zagonên navdewletî ne û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku kiryarên dewleta Tirk sînordar bikin.

Têkildarî mijarê hevserokê yakîtiya parêzerên herêma Efrînê Cibraîl Mistefa ji Rojava Tv re axivî, gefên Efdogan û projeya guhertina demografî şermezar kirin.