Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ JI BO RAWESTANDINA KUŞTINA JINAN, PANELEK HAT LIDARXISTIN

LI HESEKÊ JI BO RAWESTANDINA KUŞTINA JINAN, PANELEK HAT LIDARXISTIN

Kongreya Îslama Demokratîk û Kongra Star bi durişmeya na ji kuştina jinan re, îro li bajarê Hesekê panelek li dar xistin.

Panel li Hola Encumena Sûriya Demokratîk bi amadebûna endamên Kongra Star, rêveber û endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çalakvanên mafên mirovan, hate lidarxistin .
Di panelê de axaftin hatin kirin û hate gotin , kuştina jinan sûcekî dermirovî ye û pêwsît e jin xwe ji zihnîyeta baviksalarî rizgar bikin.
Panel bi pêşniyarên beşdaran yên wekî Serdana malbatan û pênasekirina Zagonên jinan, serdana eşîrên ereban ji ber ku jin li ser navê urf û edetan tên kuştin û perwerdekirina mêran, bi dawî bû.