Kanala ROJAVA TV

RÊBER ABDULLAH OCALAN ZÊDETIRÎ 2 SALAN E DI NAVA TECRÎDEKE GIRAN DE YE

Ev zêdeyî 2 salan e dewleta Tirk a faşîst li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran ferz kiriye.

Têkildarî mijarê Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û diyar kir ku yek ji xebatên wan ên sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

2 sal zêdetir in dewleta Tirk a faşîst tecrîdeke giran li dijî afirînerê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ Rêber Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê ferz kiriye.

Di encamê de jî ev 2 sal in ti agahî li ser rewşa Rêber Apo ya di nava şert û mercên tecrîdê de tune ne.

Di derbarê mijarê de Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ji RojavaTV re got, her ku asta rêxistinabûna gelê Kurd a li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan xurtir dibe dewleta Tirk jî tecrîda li dijî Rêber Apo girantir dike.

Her wiha Rîhan Loqo tekez kir ku yek ji xebatên wan ên sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan jinên Kurd gelek gavên dîrokî avêtin ku ji koletiyê bû pêşenga her qadên jiyanê.

Lewma îroj jî jinên Kurd û jinên ji neteweyên cuda li seranserî cîhanê bi dirûşmeya ‘Azadî Ji Ocalan re’ bi hevre qîr dikin.