Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ BI DAXUYANIYEKÊ CEJNA ŞEHÎDAN HATE PÎROZKIRIN

Bi boneya cejna şehîdan, meclîsa malbatên şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê cejn li malbat, zarok û hevjînên şehîdan pîroz kir.
Daxuyanî bi beşdariya endamên Meclisa Malbetên Şehîdan, saziyên sivîl û endamên komînan li qada şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd Xerbî hate dayîn.
Meclisa Malbetên Şehîdan di daxuyaniya xwe de bal kişad ser qehremaniya şehîdan û keda wan ya di serkeftina şoreşa 19’ê Tîrmehê de.
Daxuyanî bi berzkirina dûrişmeyên ” Şehîd namirin, Bê serok jiyan nabê , Bijî berxwedana Gerîleyan” bi dawî bû.