Kanala ROJAVA TV

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ Û MSD’Ê LI REQAYÊ BIRYARA 2254 NÎQAŞ KIRIN

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ Û MSD'Ê LI REQAYÊ BIRYARA 2254 NÎQAŞ KIRIN

Encumena jin a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê îro bi Ofîsa Jin a MSD re ji bo nîqaşkirina biryara 2254 ya têkildarî krîza Sûriyê, semînerek li dar xistin.

Semîner li hola civînan a navneda giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Reqayê bi beşdariya Rêxistinên jinan, hat lidarxistin.

Di semînerê de bendên biryarê bi hûrgilî hatin nirxandin û nîqaş ji aliyê beşdaran ve li ser hat kirin.

Beşdaran di semînerê de diyar kirin ku ji bo bidawîkirina êşa gelê Sûriyê û çareserkirina aloziyê, pêwîst e biryar were pêkanîn.

18ê Kanûna 2015an Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî têkildarî çareseriya siyasî ya rewşa Sûriyê biryara hejmar 2254 derxist.