MECLISA JIN A SÛRÎ JINÊN JI TEVAHÎ ERDNÎGARIYA SÛRÎ DIGRE NAVA XWE
8’ê Îlona sala 2017’an meclisa jin a sûrî bi koneferansekê li bajarê tebqa hate damezrandin da ku tevahî jinan di bin sîwaneke yekgirtî de bigre nava xwe û nerîna jin di çareserkirina aloziya sûrî de derxe pêş.
Li gorî armancên wê, durişma kongra damezrîner a meclisê jina rêxistinkirî, bingeha avakirina sûriyeke demokrat, pir reng û nenavendî bû.
Ji wê demê ve endamên meclisê beşdarî gelek çalakiyên navxweyî, herêmî û navnetewî bûn, da ku dengê jina sûrî, daxwaz û êşên wê parvebike.
Meclis heta niha bi rengekî çalak li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûrî kar û xebatên xwe birêve dibe.
20’ê gulana vê salê jî meclisê kongrê xwe yê 2’yemîn li dar xist û stratejiyek nû ji kar û xebatên xwe re danî û sînorên tevlîbûna jinan ji meclisê re berfirehtir kir.
Piştî bidawîbûna kongrê 2’an êdî meclisa jin a sûrî kar li ser encamnameyên kongê dike û ji giringtirîn xalên encamnameyê ew bû ku meclis xwe bighîne jinên li herêmên dagirkirî ku rojane rastî sûc û binpêkirinên çeteyan tên, her wiha zextê li aliyên peywendîdar bikin da ku cihê di nava komîteya destûrî de bigre.