4’EMÎN FESTÎVALA Ş. ZÎLAN LI QAMIŞLO HATE LIDARXISTIN
Ji bo bîranîna şehîd Zîlan, Yekitiya Jinên Ciwan 4. Festîvala Şehîd Zîlan bi dirûşma “Zîlan xwedawenda azadiyê” li parka Azadî ya rojavayê Qamişlo li dar xist.
Festîval bi beşdariya Şêniyên bajar û bajarokên kantona Cizîrê hate lidarxistin û têde axavtin hatin kirin.
Di axaftinan de jinan gotin ku ew şehîd Zîlan ji xwe re nimûneyeke mezin dibînin û di têkoşîn û berxwedanê de wê ji xwe re pêşeng dibînin.
Piştî axaftinan Hunermend Axîn, Bêrîvan Botan, koma Şehîd Sakîne, koma Şehîd Mizgîn, koma şanoyê û koma Rubû El Cezîre hunerên xwe pêşkêş kirin.