Kanala ROJAVA TV

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A MINBICÊ KONFERANSA XWE YA 4’AN LI DAR XIST

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê bi dirûşma ”Bi pêşengiya malbatên şehîdan em ê asta ‎têkoşînê bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û parastina destkeftiyên şoreşê misoger bikin” ‎konferansa xwe ya 4’emîn li dar xist.‎

Di konferansê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya ‎Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Jinan a ‎Minbicê beşdar bûn. ‎

Di konferansê de axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê û Desteya Malbatên ‎Şehîdan, Birîndar û Dîlgirtiyên Şer hate kirin û behsa fedekariyên di oxira gihiştina azadiyê de hate kirin. ‎

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên ji malbatên şehîdan re xwendin û Dûvre sînevîzyonek li ‎ser destpêka têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê û fedakariyên şehîdan hat pêşkêşkirin.‎

piştre rapora salane ya xebatên meclisê yên 2 salan xwend û sînevîzyonek li ser xebatên meclisê yên 2 ‎salan hat pêşkêş kirin.‎

Di dawiya konferansê de encamname hat xwendin ji giringtirîn encam jî, Zêdekirina çalakiyên bi ‎daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her wiha Xebitîna li ser perwerdekirin û rêxistinkirin ‎malbatên şehîdan bo parastina mîrasa şehîdan.‎