Kanala ROJAVA TV

SÊYEMÎN FESTÎVALA ŞEHÎD ZÎLAN LI KOBANÊ HAT LIDARXISTIN

Yeketiya jinên ciwan yên kantona Firatê ji bo bîranîna Ş.Zîlan sêyemîn festîvala şehîd Zîlan li bajarê Kobanê lidarxistin.

sêyemîn festîvala şehîd Zîlan bi Durişma “jin jiyan azadî serbixe azadî” li qada jinan azad hat lidarxist in.

Festîval bi amedebûna bi sedan ji Endamên Rêveberên Rêveberiya Xweser a kantona Firatê, saziyên sivîl, endam û berdevkên yeketiya jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve çû.

Di festîvalê de axaftin li ser navê Kongra star û koordînasyona jinên ciwan hatin kirin û hat gotin ku her jineke ciwan tekoşîn û xeta şehîd Zîlan dişopîne.

Festîval bi pêşkêşkirina şanoyên li ser destdirêjiya dewleta li ser jinan û beşên werzîşî bi dawî bû.