Kanala ROJAVA TV

HÊZÊN TÊKDER BI RÊYA BELAVKIRINA HIŞBIRÊ TEVNA CIVAKÊ HEDEF DIGRIN

Gelek hêzên desthilatdar hewl didin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin bazara belavkirina madeyên hişbir û diyardeyên neyînî.
Ji ber vê yekê çalakvan û rêveebrên Reqayê piştrast dikin ku ew ê li ber madeyên hişber weke bendekê bisekinin û bi her awayî rê li ber belavkirina wan bigirin.

Bi pêşketina rêbazên şer re, şerê taybet jî derket holê. Hêzên dagirker ji bo pêkanîna armancên xwe yên têkder bi hemû rêyên madî û manewî, hewl didin bi rêya şerê taybet hevgirtina û aramiya civakan têk bibin.

Yek ji girîngtirîn rêbazên şerê taybet yê ku kapîtalîzm li dijî ciwanên cîhanê bi kar tîne, belavkirina madeyên hişbirê ye.

Hêzên têkder li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî vê hewldanê dikin.

Di vê derbarê de, endamê Meclisa Perwerdehiyê ya kantona Reqayê, Besam El-Hemed tekez kir ku hin alî hewl didin diyardeya narkotîkê di nav civakê de derbixin û wê lewaz bixin.

Hevserokê Ofîsa perwerdekirin û amadekirina Rêvebirî ya kantona Reqayê Beşîr El-Nayêf jî destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû hêza xwe ji bo rêgirtina li ber vê diyardeyê kar dikin.

Beriya demekê, hin dezgehên ragihandinê raporên xapînok belav kirin ku niştecihên kantona Reqayê bi bikaranîna narkotîkê tometbar dikin.

Li beramberî wê Rêveberiya Xweser daxuyaniyek weşand û tekez kir ew bi berdewamî karê xwe yê nehiştina belavbûna vê diyardeyê dikin.