LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK PEYAMÊN BERXWEDANÊ BILINDTIR DIBIN
Dewleta Tirk a dagirker bê navber bi çekên giran êrişên xwe yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike û komkujiyan pêk tîne.
Lê şêniyên herêmê gotineke wan ya din heye, ew jî vîna berdewamkirina berxwedanê li dijî hemû cure êrîşên dagirkeriyê ye.
Dewleta Tirk a dagirker bê navber bi çekên giran êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û komkujiyan li dijî şêniyên herêmê pêk tîne.
Herî dawî Balafireke bêmirov û xwekuj a dewleta Tirk a dagirker welatiyekî zeviyê xwe yê di navbera gundên Bexdik û Kulpeke yên Kobanê de av dida kir armanc û bi gianî birîndar bû.
Lê şêniyên herêmê gotineke wan ya din heye, ew jî vîna berdewamkirina berxwedanê li dijî hemû cure êrîşên dagirkeriyê ye.
Şêniyê bi navê Kamil Hesen diyar kir ku her çendî dagirkeriya Tirk êrîşên xwe dijartir bike, lê ew ê bi zarok, ciwan û heta kesên bi temen li hemberî wê derkevin û axa xwe biparêzin.
Şêniya bi navê Cûdî Ibarahîm jî da xuyakirin ku tevî dagirkeriya Trik êrîş dike, lê xelkên deverê bi awayekî normal jiyana xwe dewam dikin, ev peyameke ku êdî tirs ji êrîşên dagirkeriyê tune ye.
Çavdêr dibînin ku piştî hemû hewldanên dagirkeriya Tirk di têkbirina pirojeya Rêveberiya xweser de têk çûn, niha serî li rêbazekî din daye, ew jî lihevkirina bi hikûmeta Şamê re ye.
Çavdêr li ser vê yejkê dibêjin ku lihevkirinên di navbera her du aliyan de, dê nexşe û demografiya bakurê Sûriyê bi awayekî trajedîk biguhere.