LI ŞEHBA, QAMIŞLO Û HELEBÊ ŞEHÎD ZÎLAN HAT BIBÎRANÎN
Bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zîlan ”Zeyneb Kinaci” li Qamişlo, kantona Efrîn û Şehba û Helebê meş hatin lidarxistin.
Li qadên meşê beşdaran dan xuyakirin ku Şehîd Zîlan ji bo komploya li ser Rêber Apo bişikîne canê xwe feda kir. Heya vê kêliyê jî em li ser xeta şehîd Zîlan têkoşînê dikin.
Bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zîlan li bajarê Qamişlo, kantona Efrîn û Şehba û Helebê ji aliyê Kongra Star ve meş hatin lidarxistin.
Li bajarê Qamişlo Bi pêşengtiya Kongra Star jinên Til Hemîs, Amûdê, Tirbespiyê û bajarê Qamişlo li çarxereya Osman Sebrî ya li bajêr kom bûn û ji bo bîranîna Şehîd Zîlan meşek li dar xist.
Beşdaran di meşê de alên Kongra Star, wêneyên şehîd Zîlan û şehîdên jin hildan û ber bi Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ve meşiyan.
Beşdarên meşê gotin: ”Şehîd Zîlan ji bo ku xeta azadiya jin biparêze û xwedî li fikir û felsefeya Rêber APO û li xaka xwe, gelê xwe xwedî derkeve, di 1996’an de li bajarê Dêrsimê li hember dewleta Tirk çalakiya fedaî pêk anî.”
Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê jî ji bo bîranîna şehîd Zîlan meşek li dar xist, Bi sedan jinên Efrîn û Şehba û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn.
Meş bi diruşma “Bi rihê fedaîtiya şehîdên Hezîranê em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin” ji destpêka bajarokê Ehrezê dest pê kir û heya nava bajarokê Ehrezê çû.
Di meşê de weneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîd Sema û şehîd Zîlan hatin hildan.
Li qada meşê beşdaran dan xuyakirin ku ” Şehîd Zîlan ji bo komploya li ser Rêber Apo bişikîne canê xwe feda kir. Heya vê kêliyê jî em li ser xeta şehîd Zîlan têkoşînê dikin.”
Bi sedan xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêş hola 8ˊê Adarê kom bûn û beşdarî meşê bûn, Meş li kolanên taxa Şêxmeqsûdê heta bi Çerxerêya Gulê Selmo dest pê kir.
Di meşê de hate gotin ku Şehîd Zîlan rêça azadî û rastiyê hilbijart, Bi çalakiya xwe ya fedaî mohrek danî û heta niha ji bo bi hezaran jinan ronahiyek e.
Di dawiyê de koma şehîd Delîla ya Tevgera Hîlala Zêrîn stran pêşkêş kirin.