Kanala ROJAVA TV

CIVÎNA KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA YA TEBQAYÊ BI GELEK ENCAMÊN GIRING BI DAWÎ BÛ

Civîna Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê ya Tebqayê bi gelek encamên girîng ên têkildarî pêşxistina rewşa jinan bi dawî bû.

Di encamnameyê de berfirehkirina bingeha gel a di çarçoveya plan û bernameyeke berfireh de û destnîşankirina nûnerên Kombûna Jinan a Zenûbya di nava komînan de, hat erêkirin.

her wiha Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya diyar kir ku divê kampanya û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, kampanyayên têkoşîna li dijî nexweşiyên civakê bên xurtkirin.

Di dawiyê de li ser gelek projeyên ku bikevin xizmeta jinan, weke vekirina nanpêjxaneyan, malên mûnetê û xwedîkirina sewalan li hev kirin.