Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎDÊN MEHA HEZÎRANÊ BI MERASÎMEKÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO HATIN BIBÎRANÎN

97 Şehîdên meha Hezîranê bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Saroxan ya li bajarê Qamişlo hatin bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de axaftin li ser navê meclisa malbatên şehîdan hate kirin û behsa giringiya meha Hezîranê hate kirin.

Di oxira avakirina jiyaneke birûmet û aram de, zêdetirî 12 hezar zarokên welatê agir û rojê li Rojavayê Kurdistanê canê xwe feda kirin, ji lewre gel li dora destkeftiyên şehîdan kom dibin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo bi merasîmekê 97 şehîdên meha Hezîranê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anî.

Malbatên şehîdan wêneyên zarokên xwe hilgirtin û pêl bi pêl berê xwe dan goristana Şehîd Delîl Saroxan.

Di merasîma bîranînê de axaftin li ser navê meclisa malbatên şehîdan hate kirin û behsa giringiya meha Hezîranê hate kirin.

Di dawiyê de nasnameyên şehîdên meha Hezîranê hatin xwendin û dayîkan di ber re dirûşmeyên serkeftinê berz kirin û serdana gorên zarokên xwe kirin.