AZARÊN XELKÊN HESEKÊ JI BER QUTKIRINA AVÊ ZÊDE DIBIN
Xelkên bajarê Hesekê zehmetî û azarên ku ji ber qutkirina avê dikşînin tînin ziman û dibêjin ,her ku diçe rewşa wan dijwartir dibe .
Hevserokê gerînendeya Ava Hesekê Yihya Hemê jî destnîşan kir ku bajarê Hesekê rastî Karesetekê tê .
Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku bajarê Serêkaniyê sala 2019`an ve dagir kiriye, ava stasyona Elok bi dehan caran qut kiriye.
Tirkiyê Avê wek çekekê li dijî xelkê herêmê bi kar tine, û Di encamê de zêdetirî milyonek niştecihên Hesekê û bajarên derdora wê bê av dimînin.
Şêniyên Hesekê neçar dimînin ku ava vexwarinê bi 75 hezar lîryên sûrî ji sahrîcan bikirin. Ev jî barên wan girantir dike .
Xelkên bajarê Hesekê zehmetî û azarên ku ji ber qutkirina avê dikşînin tînin ziman û dibêjin ,her ku diçe rewşa wan dijwartir dibe .
Hevserokê gerînendeya Ava Hesekê Yehya Hemê destnîşan kir ku bajarê Hesekê rastî Karesetekê tê .