Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER: DESTHILATA TIRK DI VEMIRANDINA AGIR DE XEMSARIYEKE MEZIN KIRIYE

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê têkildarî şewata li bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da û Got desthilata Faşîzim ya AKP-MHP ê di vemirandina agir de xemsariyeke mezin kiriye.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev xemsarî di çarçoveya rêze gavên çewisandinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd de tê meşandin.

Rêveberiyê sersaxî ji bo malbata kesên ku jiyana xwe di şewatê de ji dest dane û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest .

Di dawiyê de Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê banga alîkariya lezgîn ji bo kesên ku di şewatê de zirar dîtine kir .