Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINA SARA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN PÊNGAVEK DA DESTPÊKIRIN

Rêxistina Sara, li dijî tundiya li ser jinan bi daxuyaniyekê pêngaveke du mehî da destpêkirin.
di daxuyaniyê de hate gotin ku pêngav bi dirûşma “Em hêvî ne..Em aştî ne” ji îro (1’ê Tîrmehê) ve dest pê dike.
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku tundiya li ser jin û keçan yek ji binpêkirinên herî zêde belav e, domdar û wêranker li cîhanê ye.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin “Ji bo rê li ber diyardeyên civakî yên jiyana jinan dixe metirsiyê were girtin, pêngaveke hişyarkirin û zanekirinê hate destpêkirin.
Pêngav dê 2 mehan dewam bike û li tevahî gund û bajarokên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were.”
li gorî daxuyaniyê dê di çarçoveya pêngavê de, qanûnên malbatê, pêkanîna wê, cûreyên tundiya li ser jinan û rêbazên rêgirtina li ber werin şîrovekirin.