Kanala ROJAVA TV

DESTEYA PERWERDEYÊ YA MINBICÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Desteya perwerde û fêrkirinê ya kantona Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist û tekezî li ser pêşxistina asta xwendinê kir.
Civîn bi amadebûna rêvebrên dibistanan, hevserokên desteyê û Rêveberiya Xweser hate lidarxistin.
Di civînê de rewşa kerta perwerdeyê û astengiyên ku pê re rû bi rû dimîne, hatin nîqaşkirin.
Her wiha rewşa rêxistinî û pêdiviyên dibistanan jî hatin gotûbêjkirin.
Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser pêşxistina rewşa kerta perwerdeyê, vekirina perwerdeyan bo mamosteyan û avakirina encumena malbatên xwendekaran hate kirin.