Kanala ROJAVA TV

REWŞA TENDURISTIYÊ LI REQAYÊ PÊŞ DIKEVE

di aloziya sûriyê de û ji ber şerên çeteyên daiş û dagirkeriya tirk sektora tenduristiyê gelek ziyan dît û hejmareke nexweşxane wêran bûn taybet li kantona Reqa, Tebqa, Dêra zor û Minbicê.

Bi zêdebûna eleqe û alîkarîyên tenduristiyê li herêmên Rêveberiya Xweser bijîjkên kantona Reqayê ronahiyê didin ser kêşeyên ku sektora tenduristiyê di aloziya sûriyê de rûbirûyî wê mabû, û hewldidin ku xizmetên tenduristî pêş bixib.

derbarê mijarê de Dr. Enwer Ferhan ji Rojava Tv re diyar kir ku piştî wêraniya ku bi ser sektora tenduristiyê de hat, niha pêşketineke berçav di xebatên Rêveberiya Xweser de ji bo jinûve avakirin û başkirina rewşa tenduristiyê heye.

Dr.Ebdullah El-Hemûd jî da zanîn ku rewşa tendirustiyê beriya rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞê sektora tenduristiyê têk çû û nexweş jî ji ber kêmbûna pêdiviyên pijîşkî û karmendan rastî zehmetiyan dihatin.

Rêveberiya Xweser ji destpêka damezrandina xwe ve, giringiyeke taybet daye sektora tenduristiyê û ji bilê sererastkirina nexweşxaneyên wêrankirî, nexweşxaneyên taybet û mezin li herêmê vedike.