Kanala ROJAVA TV

LI DIJÎ BIRYARA DOZA KOBANÊ GELÊ KOBANÊ DAKETIN QADAN

gelê Kobanê li dijî biryar girtinê derheqê siyasetmedar û hiqûqnasên doza Kobanê daketin qadan û gotin ku doza girtiyan rûmeta wan e.
Dewleta Tirk di derheqê 108 siyasetmedar û hiqûnasên ku di nava wan de hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, jî heye cezayên girtigehê birî û ev yek bû cihê bertekên tund.
Li dijî biryar û cezayên hatin girtin, gelê Kobanê yê ji pêkhateya Kurd û Ereb bi hêrseke mezin û di bin dirûşmeya “Girtiyên doza Kobanê rûmeta me ne” meşiyan.
Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweser ya kantona Firatê, tevger û rêxistinên jin, civakî û siyasî û bi sedan xelkên wê di meşê de amadebûn.
Meşê bi bilindkirina posterên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên girtiyan û berzkirina dirûşmên ku berxwedana girtiyan silav dike ji qada Jina Azad destpê kir û li qada şehîd Egîd bi dawî bû.