Kanala ROJAVA TV

DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI NIRXÊN SEBZEYAN KIRIYE

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd derbarê dorpêça Hikûmeta Şamê de ji Rojava TV re axivîn û gotin, malbatên hejar nema dikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin.

Her wiha tekez kirin ku, ew ê ti carî dest ji axa xwe bernedin.

Ev bazara sereke ya sebze û şînkayîyan li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ye. Ji ber dorpêça Hikûmeta Şamê ya dijwar nirxê sebzeyan gelekî buha bûye.

Niştecihên taxê ku piraniya wan koçberên Efrînî ne, bi zehmetî pêdiviyên xwe dabîn dikin û dorpêçê bandoreke pir xirab li jiyana wan a rojane kiriye.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd ji Rojava TV re gotin, malbatên hejar nema dikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin.

Bi gotina şêniyan bazirgan jî keysbaziyê dikin û nirxan li gorî dilê xwe destnîşan dikin.

Ji sala 2018’an ve firqeya çaran a ser bi Hikûmeta Şamê ve taxên Şêxmeqsdû û Eşrefiyê yên Helebê û bajarê Şehbayê xistiye bin dorpêçeke giran, lê dîsan şêniyan wan deveran tekez dikin ku ew ê ti carî dest ji axa xwe bernedin.