Kanala ROJAVA TV

FESTÎVALA BIHARÊ YA 2’EMÎN YA XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ROJAVA BI DAWÎ BÛ

Xebatên festîvala Biharê ya duyemîn ya li Zanîngeha Rojava îro bi pêşkêşkirina spasname û xelatan bi dawî bû.
Xwendekarên ku beşdarî festîvalê bûne û xelat wergirtine, ji Rojava TV re behsa hestên xwe kirin û gotin, festîvalên weha xwendinê li ber dilê me xweş dikin.

2’emîn festîvala Biharê ya Xwendekarên Zanîngeha Rojava, îro bi pêşkêşkirina spasname û xelatan bi dawî bû.

Festîval duh bi sponseriya Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava hate lidarxistin û tê de çalakiyên çandî, helbest, stran, pêşbirk û xwarinên gelêrî hatin pêşandan.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi eşq û evîndariyeke mezin berhem û behreyên xwe pêşkêş kirin û ji bo pêşwazîkirina ezmûnan enerjiyeke aktîv wergirtin.

Rêvebirê Festîvalê Rawan Hisên ji Rojava TV re behsa bernameya festîvalê dike.

Xwendekarên ku beşdarî festîvalê bûne û xelat wergirtine, ji Rojava TV re behsa hestên xwe dikin.

Festîvala Biharê ji bo cara yekem sala derbasbûyî li zanîngeha Rojava hatibû lidarxistin. Biryar e ev festîval bi awayekî salane were lidarxistin û her sal mijarên cuda û dewlemend li xwe bigre.