LI ŞEHBAYÊ EZMÛNÊN DAWIYA SALÊ DEST PÊ KIRIN
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê dest bi ezmûnên dawî yên sala xwandinê 2023-2024 kirin
Ji duh ve, li seranserî dibisatanên kantona Efrîn û Şehbayê proseya ezmûnan dest pê bûye.
Tevî topbarana bê navber li ser kantonê, xwendekar herikîn dibistanan û ezmûnên xwe pêşkêş kirin.