Kanala ROJAVA TV

DESTEYA JIN ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ ŞEHBAYÊ ŞERMEZAR KIR

Desteya Jin a Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî şehbayê û hedefgirtina sivîlan şermezar kir .
Desteya Jin di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi hedefgirtina sivîlan Peymanan bin pê dike .
Her wiha desteyê destnîşan kir ku armanc ji êrîşên dagirkeriyê koçberkirina gel û guhetina demografîk e .
desteya Jin a Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê bike û sînorekî ji êrîşên dagirkeriyê re deyne .