Kanala ROJAVA TV

ZAROKÊN ŞEHÎDAN LI DÊRAZORÊ BI ÇALAKIYEKÊ HATIN XELATKIRIN

Meclisa Malbatên Şehîdan ya kantona Dêrazorê ji bo bilindkirina moralên zarokên şehîdan, çalakiyeke werzîşî li dar xist.Bi dehan zarokên şehîdan, endamên meclîsê û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de zarokên şehîdan tîm ava kirin û dest bi lîstina fotbollê kirin.

Di ber lesytikê re stranên gelêrî hatin pêxistin û zarokan dîlan gerandin.

Di dawiyê de meclisa malbatên şehîdan a Dêrazorê zarokên şehîdan bi pêşkêşkirina yarîyên ciwan xelat kirin.