Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO DÎWANA HELBESTVAN MELEVAN RESÛL BI ŞAHIYEKÊ HATE ÎMZEKIRIN

MELEVAN RESÛL- HELBESTVAN

 

Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê bi şahiyekê dîwana helbestvanê Kurd Melevan Resûl li bajarê Qamişlo îmze kir.

MIX
Şahiya îmzekirinê bi beşdarbûna bi dehan helbestvan û nivîskarên kantonê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar ket.

Di şahiyê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebûd Mexso bixêrhatina beşdaran kir û li ser têkoşîna helbestvan Melevan Resûl û rola wî ya di pêşxistina helbest û wêjeya Kurdî de bi giştî axivî.

Piştre helbestvanên beşdar helbest xwendin, dîwan hat îmzekirin û li beşdaran hat belavkirin.

Dîwan bi navê Pîdar e, Dîwan ji nivîsandina nivîskar û helbestvanê Kurd Melevan Resûl e û ji 415 helbestan pêk tê.