Kanala ROJAVA TV

SKETCH TÎM DIXWAZE BI RÊYA ŞANOYÊN XWE ASTA HIŞYARIYA CIVAKÎ BILINDTIR BIKE

di 2023’yan de 25 ciwanên ji bajarên cuda yên kantona Cizîrê Sketch tîm avakirin, û armanc dikinpirsgirêk û zehmetiyên girîng ên ku civak tê re derbas dibe, bi rêya lîstikên şanoyê yên herikbar û balkêş ronî bike.

hevkarê me raporek li ser vê tîmê amade kirin, em lê temaşê bikin.

Di sala 2023’yan de bi beşdariya 25 ciwanên ji bajarên cuda yên kantona Cizîrê Sketch tîm hate damezrandin.

Skêtch tîm armanc dike ku pirsgirêk û zehmetiyên girîng ên ku civak tê re derbas dibe, bi rêya lîstikên şanoyê yên herikbar û balkêş ronî bike.

Di vê derbarê de şanoger û derhênerê şanoyê yê di Sketchê tîm de dixebitw Şevzan Mehmûd ji Rojava Tv got Armanca me çareserkirina pirsgirêkên ku em di jiyana xwe ya rojane de derbas dikin, bi taybetî êli Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ji aliyê xwe vê koordînatorê Sketch tîmê Umer Umer da zanîn ku wan gelek projeyên civakî li pêşkêş kirine û di demên pêş de jî dê xebatên xwe berfirehtir bikin.

Di destpêka sala 2023’yan de Sketch tîm bi armanca çareserkirina pirsgirêka jin û pirsgirêka bêparkirina çavkaniyên avê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Niha ew di nava hewldanên giring ên berfirehkirina û pêşxistina karê xwe de ye.