Kanala ROJAVA TV

BERTEKÊN XURT LI HEMBERÎ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO DERDIKEVIN

bertekên li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî rêber abdulan ocalan xurtir û bi hêztir dibin.

welatiyê ji kantona Reqayê dan xuyakirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê navber dewam bike.

Derbasî sala 4’an dibe ku Rêber APO di bin tecrîdeke girankirî de ye û li dijî tevahî yasayên navdewletî rastî tundî û binpêkirina mafan tê.

Tevî ku parêzer bi berdewamî serlêdanê dikin û daxwaza hevdîtinê bi Rêber APO re dikin, lê desthilata Tirk bi hinceta cezayên disiplînê rê li ber hevdîtinê digre.

Li hember girankirina tecrîdê, ne bi tenê gelê Kurd, lê belê tevahî azadîxwaz banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin.

Rewşenbîrê ji kantona Reqayê Şewax El Elî da xuyakirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê navber dewam bike.

Her wiha hevserokê yekîtiya kedkarên kantona Reqayê Zahir EL Ebdelah jî da zanîn ku Rêber Apo wan fêrî jiyana hevbeş kiriye û divê Rêbertî bi awayekî fîzîkî were azadkirin.

Di 5’ê Gulanê de Konseya Federal a Swîsreyê têkildarî tecrîda li Îmraliyê got ku Tecrîd li dijî yasayên mirovî ye û weke êşkenceyekê jî pênase kir, lê heta niha dadgehên navneteweyî ti gavên cidî neavêtine.