HEJMAREK XWENDEKAR BI ŞAHIYEKÊ JI PEYMANGEHA MAMOSTEYAN A MINBICÊ DER ÇÛN
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Minbicê şahiyek ji bo xwendekarên derçûyî yên peymangeha amadekirina mamosteyan li dar xist.
Îro 144 xwendekarên ku di beşên mamosteya Ref û Îngilîzî de li peymangeha amadekirina mamosteyan a Minbicê dixwendin, der çûn.
Şahî bi sponseriya desteya perwerde û bi amadebûna xwendekar, mamoste û Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku mamoste di avakirin û geşkirina nifşên zana û pispor de bi erkeke sereke û giring radibin.
Her 144 xwendekaran derdora 2 salan xwendin û îro piştî bawernameyên xwe wergirtin, li ser dibistanên katnona Minbicê hatin belavkirin.