Kanala ROJAVA TV

69 MALBATÊN JI DÊRAZORÊ YÊN LI KAMPA HOLÊ JI BO WARÊ XWE HATIN VEGERANDIN

Rêveberiya kampa Holê ya li bajarê Hesekê, karwanek ji şêniyên Dêrezorê yên ku di kampê de dijîn, vegerand warê wan.

Karwanê ku ber bi Dêrazorê ve hate rêkirin, ji 69 malbatan pêk tê ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Derketina şêniyan di bin çavdêriya Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cîgira Desteya Rêveber a Meclisa Dêra Zorê û Desteya Karûbarên Civakî ya Dêrezorê de, pêk hat .

Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan tekez ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dê ji malbatên ku vedigerin malên xwe, tiştên pêwîst pêşkêş bikin, da ku ew ji nû ve tevlî civakê bibin.

Piştî civîna dawîn a di navbera QSD`ê û rûspiyên kantona Dêrazorê de û nîqaşkirina rewşa kesên dê vegerin kantonê û bi kefaleta rûspiyan, ev malbat vedigerin Dêrazorê.