Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA ABORIYA JINÊ YA KANTONA REQAYÊ FIRNEYEKE FETÎREYAN VEKIR

Komîteya Aboriya Jin a Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê firneyeke fetîreyan ya bi navê “El-Afiya û El-Ewafî” li herêma pîşesaziyê vekir.

Ev yekemîn firneya fetîreyan e ku li herêma pîşesaziyê tê vekirin, ji ber ku piraniya firneyên weha li navenda bajêr in.

Komîteya Aboriya Jin a Kombûna Jinan a Zenûbyayê piştrast dike ku ev proje derfetên kar ji hejmarek jinan re çêdike û gelek cureyên fetîreyan bi bihayên erzan peyda dike.

Komîteya Aboriya Jin a Kombûna Jinan a Zenûbyayê destnîşan kir ku ew ê gelek projeyên aborîyê vekin, da ku derfetên kar ji jinan re peyda bikin.