Kanala ROJAVA TV

DAYÎKEKE KOBANÎ BI KEDA DESTÊN XWE PENÎRÊ HERÎ BAŞ Û BI ÇÊJ AMADE DIKE

Tevî ku çanda xwedîkirina pez û sewalan li Kurdistanê kêm bûye, lê dîsan hinek dayîkên Kurd hewl didin vê çanda dêrîn ku ji dayîk û pîrên xwe girtgine, mayînde bikin.

Dayîka Melîka ya ji Kobanê jî pez xwedî dike û ji şîrê wan berhemên cur be cur amade dike.

Penîrê ku dayîka Melîka bi keda destên xwe amade dike, li her devera Kobaniyê deng vedaye.

Dayîka Melîka ya ji gundê Ziravikê yê li rojavayê bajarê Kobanê bi hunereke serincrakêş û cîyawaz celebekî bi çêj yê penîrê salê amade dike.

Melîka Îbrahîm bi hilhatina tîrêjên rojê re, berê xwe dide axura pezî. Keriyê pezê xwe li nava zeviyên gundê xwe yê bi bereket digerîne.

Piştre pezê xwe tîne malê û dest bi dotinê dike. Melîka bi keda destên xwe û bi awayekî pak û paqij celebên cur be yên gewrayîyê berhme tîne.

Lê penîrê wê yê bi çêj ku zêdetirî 40 salan e vî karî dike, bi xweşbûna xwe deng vedaye.

Dayîka Melîka dariştiyên şîr bi nirxekî li gorî dahatên xelkê û westana xwe ya meh û demjimêrên dirêj difroşe.

Di heyama çend salên dawiyê de çanda xwedîkirina pez û sewalan li herêmê daketiye, lê dayîkên weke Melîkayê li her çar aliyên Kurdistanê hewl didin vê çanda dêrîn ku ji dayîk û pîrên xwe girtine, bidomînin û pê re jî teşeyê jiyana gundewariyê li bîra nifşên nû bînin .