Kanala ROJAVA TV

ZIKRA HISÊN BI EŞQEKE MEZIN KARÊ DESTAN DIKE

Zikra Hisên jineke kurd ya ji bajarê Qamişloyê ye. Ji salên demdirêj û kûr ve bi hezkirineke mezin xebata karên desan dike û neqşên rengîn amade dike.

ka em bi hev re li vê rapora ku hevalên me li ser kar û jiyana vê jinê amadekirine, tamaşe bikin.

Zikra Hisên jineke temen 43 salî ji bajarê Qamişlo ye, ji ciwantiya xwe ve ew karên destan dike û neqşên reng bi reng dirêse.

Ew ji dayîka xwe hînî vê hunerê bûye û ta niha didomîne.

Grûpekê bi navê xewnên biçûk ava dikin û Zikra jî tevlî vê girûpê dibe, da ku bighêje armancên xwe yên mezin.

Zikra Hisên ji Rojava TV re behsa huner û karê xwe yê destan dike.

Daxwaz û hêviyên Zikra ew e ku bi rêya vê grûpa xwe ya biçûk xwe bighîne armancên xwe û bazareke taybet bi firotina berhemên wan were avakirin.

jin û dayîkên kurd ji her aliyên jiyanê ve xwe didin îsbatkirin, û bi taybetî di warê çêkirina karên destan û tevan de.

mînaka wê jî li ber çavane ku çawa Zikra Hisên karê destan ji salên kûr û dirêj ve bi eşqeke mezin dike.