Kanala ROJAVA TV

MALBENDA HELEB YA REWŞENBÎRIYÊ JI BO PÊŞXISTINA ASTA ZANISTÊ DIXEBITE

Malbenda Heleb ya rewşenbîriyê digel dijwarbûna dorpêça Hikûmeta Şamê û derfetên berdest, ji bo pêşxistina asta zanîn û zanistê bi berdewamî di nava tevgerê de ye.

Malbend di derbarê mijarên bîrdozî, ramyarî, wêjeyî û civakî de gotarên cur be cur ji bo hejmarek malper, kovar û rojnameyan dinivîse.

Malbenda Heleb ya rewşenbîriyê ji bo pêşxistina asta zanîn û zanistê bi berdewamî di nava bizaveke çalak û bêhempa de ye.

Malbend di derbarê mijarên bîrdozî, ramyarî, wêjeyî û civakî de gotarên cur be cur ji bo hejmarek malper, kovar û rojnameyan dinivîse.

Ligel dijwarbûna dorpêça Hikûmeta Şamê, malbend hewl dide berhemên dewlemend biafirîne û asta xwendinê bi pêş bixe û nifşekî dahatî ava bike.

Li gorî malbendê di demên pêş de ew hewl didin kovarekê jî biweşînin, da ku arezûyên xwîneran berfirehtir bibin.

Tevî astengiyan jî lê dîsan Malbenda Heleb ya rewşenbîriyê li gorî derfetên xwe yên berdest û sînordar hewl dide xebatên xwe bidomîne û çirûska şoreşa rewşenbîriyê geş û gurtir bike.