Kanala ROJAVA TV

BERFÎN EHMED BI WÊNEXÊZIYÊ ÇANDA CIVAKA XWE VEDIBÊJE

Berfîn Ehmed keçeke ciwan ya ji Efrîna dagirkirî ye, di temenekî biçûk de dest bi wênexêziyê kiriye.

Berfîn bi rêya tabloyên xwe êş û çanda gelê xwe vedibêje. Di vê raporê de hûrgiliyên zêdetir yên behreya vê keça nûciwan nas bikin.

Hunerê ji serdemên kevnar ve dest pê kiriye û bi rêya wê mirovan hest û azarên xwe der birîne. Her wiha bi rêya hunerê mirov dikare bîranîn, çand, û êşa civaka xwe jî vebêje.

Ew bi daxwaz û hezkirineke mezin bi tiliyên xwe yên nazik li ser tabloyan wêneyên rengîn û xwedî serpêhatiyên kûr, xêz dike.

Temenê wê biçûk e, lê ew ketiya ferqa derxistina berhem û hûnera xwe.

Em behsa keça Efrîna dagirkirî Berfîn Ehmed ku bi darê zorê ji warê xwe koçber bûye û niha li Şehbayê dimîne, dikin.

Berfîn Ehmed ji Rojava tv re behsa destpêkirn û hezkirina wê ji wênekêşiyê re dike û dibêje her çendî em li Şehbayê bi zehmetiyan re rû bi rû ne, lê dîsa jî ez di nav hewldana pêşketinên mezintir de me.

Berfîn Ehmed bi tabloyên xwe dixwaze reng û rola jinan ya di nava civakê û pêşengiya wê ya ji bo hemû qadan, nîşan bide.

Di 18ê adara 2018an de dewleta tirk a dagirker bajarê Efrînê dagir kir û bi hezaran gelê wê da koçberkirin û niha bi darê zorê li Şehbayê dimînin.

Tevî ku koçberên Efrînî li şehbayê bi zêhmetiyan re rû bi rû ne, lê dîsa jî ciwanhezên hunerê li dû behreyên xwe dikevin û mînaka vê yekê jî keça Efrînî Berfîn Ehmed e.