Kanala ROJAVA TV

MAMOSTEYÊN KANTONA MINBICÊ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN

Mamosteyên Kantona Minbicê derbarê girankirina tecrîda li ser Rêber Abduulah Ocalan de axivîn û bang li hemû hiqûqnas, rêxistinên mafên mirovan û dewletên navnetewî kirin ku dawîyê li bêdengiya xwe bînin.

Her wiha tekez kirin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin.

Di 15 sibata 1999an de bi destê hêzên komploger û di serî Dewleta Tirk a dagirker Rêberê mirovahîyê Rêber Abdullah Ocalan hate dîlgirtin.

Ji wê demê ve Rêber APO di bin tecrîdeke girankirî de ye û ev zêdetirî 3 salan e ti agahî ji Rêbertî nayên wergirtin.

Li hember tecrîda girankirî û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gelên azadîxwaz li seranserî cîhanê têdikoşin.

di vê derbarê de Mamosteyên Kantona Minbicê bang li civaka navdewletî kirin ku dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bînin.

Her wiha Mamosteyên Minbicê bang li hemû hiqûqnas, rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî kirin ku dawîyê li bêdengiya xwe bînin.

3 mehên din jî cezayê qedexekirina hevdîtina malbatê ya li gel Rêber Abdullah Ocalan hate birîn.

Gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li hember vê biryarê bêzar û bi bertek in.