Kanala ROJAVA TV

COTKARÊN HESEKÊ BERHEMÊN XWE YÊN ÇANDINIYÊ DIÇININ

Cotkarên bajarê Hesekê dest bi çinîna berhemên xwe yên çandiniyê kirine. Cotkar dibêjin, îsal rewşa mewsim baş e.

Rêveberê kompanyaya pêşxistina civaka çandiniyê ya Hesekê Lezgîn Ehmed jî diyar dike ku amadekariyên wan ên ji bo wergirtina berhemên cotkaran bi dawî bûne.

Cotkarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çinîna berhemên xwe yên çandiniyê kirine.

Ev zeviyekî çandiniyê li gundewarên bajarê Hesekê ye. Piştî emega çend mehan, cotkar keda xwe berhev dikin û dê piştre li bazarên herêmê bifroşin.

Tevî ku barana di van çend rojên derbasbûyî de zirar gihande zeviyan, lê dîsa cotkar di rakirina mewsimê xwe de geşbîn in.

Cotkar diyar dikin, hêviya wan ew e ku Rêveberiya Xweser nirxekî li gorî dilê wan destnîşan bike.

Rêveberê kompanyaya pêşxistina civaka çandiniyê ya Hesekê Lezgîn Ehmed diyar dike ku amadekariyên wan ên ji bo wergirtina berhemên cotkaran bi dawî bûne.

Rêveberiya Xweser ji bo parastina mewsimê çandiniyê gelek rêkar û tedbîr wergirtine. Her wiha çavên cotkaran jî li benda destnîşankirina nirxên berheman e.